‘Jiyana girtiyên nexweş di metirsiyê de ye’
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Fatma Tokmak, Seyît Narîn û Firat Yagmekan giran e û hat gotin, “Divê demildest serbest werin berdan.”
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Fatma Tokmak, Seyît Narîn û Firat Yagmekan giran e û hat gotin, “Divê demildest serbest werin berdan.”
Komîsyona Girtîgehan Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wek her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 514’emîn de li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan” daliqandin.
Endama Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya ÎHD’ê Leman Yurtsever bi bîr xist ku îqtidarê ragihandiye wê di sala 2022’yan de 36 heb girtîgehên nû çêbike û bi vê yekê re wê li girtîgehan pirsgirêk zêdetir bibin. Yurtsever anî ziman ku niha girtîgehên Tîpa S tên çêkirin û got: “Ev girtîgehên nû yên Tîpa S fikaran zêdetir dikin.”
Yurtsever destnîşan kir ku girtiya nexweş Fatma Tokmak rewşa wê giran e û nexweşînên wek dil, astim û hipertansiyon pê re hene û her wiha li gel van nexweşînan jî nexweşiya diran, reşûşînbûna laşê wê, êşên giran û her tim ji ser hişê xwe diçe. Yurtsever diyar kir ku Tokmak her çiqas di sala 2006’an de ji ber nexweşînan hatiye berdan jî lê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kiriye di sala 2021’an de hatiye girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Bakirkoyê de ye û her ku çû nexweşîn lê peyda û giran bûn. Yurtsever anî ziman ku ji ber nexweşînan jiyana Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye.
Yurtsever da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) tevî hemû raporan jî berdana Tokmak asteng dike û her çiqas serldana ji bo berdanê tê kirin jî tê redkirin û daxwaz nayên qebûlkirin. Yurtsever diyar kir ku di 12’ê çile de rewşa Tokmak giran dibe û wê rakirine nexweşxaneyê lê tevî ku karûbarên dê li nexweşxaneyê bê razandin jî lê şûn ve vegerandine girtîgehê. Yurtsever got her ku diçe rewşa Fatmayê giran dibe û jiyana wê di bin xetereyek giran de ye û xwest demildest were berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Seyîd Narîn ê ku krîza dil deras kiribû krîtîk e û xwest cezayê wî were taloqkirin.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 386’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş bila werin berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û rewşa Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê nexweş e vegot.
Turgut da zanîn ku Seyîd Narîn di 4’ê çile de li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û wî bi lezgînî rakirine nexweşxaneyê. Turgut got li ser agahdarkirinê malbata wî bi lez çûye Rîzeyê.
Turgut anî ziman ku Narîn li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin û stend di damarên wî de bicih kirine û du rojan di beşa çavdêriya awarte de hatiye ragirtin, rojek li serwîsa asayî û malbatê tenê wî 5 deqîqe dîtiye û şûn ve dîsa birine nexweşxaneyê. Turgut da zanîn ku rewşa tenduristiya Narîn ne baş e û her çiqas malbat daxwaz dike wî sewqî girtîgehek nêzî wan were kirin jî lê daxwaz malbatê nayê qebûlkirin. Turgut destnîşan kir ku jiyana Narîn di bin xetereyê de ye û bang li rayedaran kir ku cezayê wî taloq bikin û tavilê were berdan.
ÎZMÎR
ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku girtiyê nexweş Firat Yagmekan ê rewşa wî giran e gelek nexweşînên kronîk pê re hene û divê tavilê were berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carekê çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li dar dixe vê hefteyê jî li dar xist. ÎHD’ê li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklara Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê parêzer Alî Aydin metna daxuyaniyê xwend.
Aydin bi bîr xist ku di nava du mehên dawî de 7 girtiyan jiyana xwej i dest daye. Aydin da zanîn ku Firat Yagmekan 14 sal in girtiyek nexweş e û gelek nexweşînên wî kronîk hene û sê caran ji ranê xwe stûr emeliyat bûye, anjiyo bûye û her wiha ji pozê xwe jî emeliyat bûye. Aydin got nexweşiyên wek Hepatît B û enfeksiyonal pê re hene û 12 sal in tevî ku dermanan bikar tîne jî di rewşa wî de tu guhertin nîne. Aydin xwest Yagmekan tavilê were berdan û heke neyê berdan û tiştek were serê wî îqtidar û rayedar dê berpirsiyar bin.