Jinên Suryanî ji bo Kobanê rojî girtin
Jinên Suryanî ji bo Kobanê rojî girtin
Jinên Suryanî ji bo Kobanê rojî girtin
Jinên Suryanî bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê dua kirin û piştgiriyê didin. Li Serêkaniya girêdayî Kantona Cizîrê 11 jinên Suryanî ji bo piştgiriya şervanên YPJ û YPG’ê 7 rojan rojî girtin û dua kirin.
Piştgiriya bo berxwedana Kobanê her diçe zêde dibe. 11 Jinên Ortodoks 7 rojan rojî girtin û dua kirin.
Li ser navê jinên Suryanî Elîze Horz axivî û diyar kir ku 7 rojan li Dêrê rojî girtine, dua kirine û nimêj kirine. Horz bi lêv kir ku got ew ji bo şervanên Kobanê dua dikin û ji bo hemû şehîdan rehmet û birîndaran re şifa xwest.