Jinên PSDÎ’yî ya Swêdî: Girtiyên siyasî serbest berdin

Jinên PSDÎ’yî ya Swêdî: Girtiyên siyasî serbest berdin

Baskê jinan ên rêxistina Partiya Sosyal-Demokrat a Karkeran a Swêdê ya herêma Stochkolomê bi boneya greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê didomin daxuyaniyek da çapameniyê û û xwestin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtina siyasetmedarên Kurd û zextên li ser BDP’ê hate bibîrxistin ku Parlementer Selma Irmak û Guleren Yildirim û Şaredar Leyla Guven jî di kesên hatine girtin de heye û wiha hate gotin: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de zêdetirê 9 hezar siyasetmedarên BDP’yi, sendîkavan, xwendekar, rojnamevan parêzvanên mafê mirovan hene. “

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta niha tu welat di Konseya Ewropayê de ji ber binpêkirina mafan bi qasî Tirkiyeyê nehatiye cezakirin û bal kişandin ser rapora dawî ya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a der barê Tirkiyeyê de.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku greva birçîbûnê ketiye roja 44’emîn û bal kişandin rewşa girityan gihiştiye asteke krtîk û xwestin ku di serî de yên jin hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.