Jineke ciwan a HDP'î hate girtin

Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal hate girtin.

Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de biryara destgîrkirina wê hate dayin, ji bo îfadeyê bide çû edliyeyê, lê belê hate girtin.

Dozgeriyê bi bahaneya beyanên şahidê veşartî bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.

Unsal ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya 6'emîn a Enqereyê ve hate girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.