Jinan li pêşiya NY qîr kirin: Em dev ji azadiyê bernadin!

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêşiya Netewên Yekbûyî dibin pêşengtiya jinan de, di roja 19’an de didome. Çalakgeran ragihandin ku heta encam negrin wê li qadan bin û wê dev ji azadiyê bernedin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê ku pêşengtiya wê parlamenterên HDP’ê û hevşaredar dikirin, di roja 19’an de didome. Çalakî dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de didome. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan serdana çalakiya kon ya ku ji aliyê 40 jinên welatên cûda yên Ewropa ve hatibû vedan, dikin.

Bi dirûşme û vekirina pankartan dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê tê şermezar kirin. Di heman demê de jinan erka hêzên navnetewî û NY bibirdixin û daxwaz dikin ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

WEKÎLA KATALAN: TÊKOŞÎNA KURDAN JI BO ME BÛ REFERANS

Parlamentera Katalan Anna Gabrîel û nûnerên Partiya Karker a Swîsreyê (POP) serdana çalakgeran kirin. Gabrîel peyam piştevaniya bi Efrînê re da.

Gabrîel li vir axivî û bibîrxist ku ji ber biryara girtinê ya Îspanyayê neçar ma welatê xwe terk bike û wiha domand; “Ji bo piştgirîdayîna gelê Kurd îro ez li virim. Têkoşîna gelê Kurd ji bo gelê Katalan bu referansek girîng. Eger Kurdistan bi ser bikeve, Katalan jî wê serbikevin.”

ÇALAKGER: EM DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN

Li aliyê din ji çalakgerên greva birçîbûnê Şenge Kahraman, Medîne Zaray û Hulya Yalçin têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivîn.

Şenge Kahraman wiha got; “Dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike û hêzên navnetewî jî carek din hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. Îro wek jin em li pêşiya NY ne û çalakiay xwe didomînin, ji ber ku em carek din destûr nadin duyemîn planên tinekirinê û em ê hevkartiya wan têk bibin.”

Kahraman bang li NY û hêzên navnetewî kir ku li dijî bûyerên li Efrînê bêdeng nemînin û wiha got; “Divê ti kes li dijî bûyerên li Efrînê bêdeng nebe û nebe hevkarê dagirkeriyê. Em ê ji bo Efrînê li berxwe bidin û li her derî çalakiyan lidar bixin. Heta ku ev hêz bêdeng bin em ê li deriyên wan bin û çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku Efrîn û Kurdistan azad nebe em ê li berxwe bidin.”

Medîne Zaray jî got wê dayik tu caran dagirkeriya Efrînê qebûl nekin û wiha got; “Li Efrînê zarok, jin, dayik tên qetilkirin. Xakên me dagir dikin û malên me talan dikin. Em li dijî vê bêdeng namînin. Ew xak yê me nîn. Em ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan aşitî û demokrasiyê dixwazin. Îro li vir ji bo mirovahiyê em çalakiyan li dar dixin û erka xwe ya mirovahî em bicih tînin.”

Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Hulya Yalçîn jî wiha axivî; “Duh gelê Kurd dema ku li dijî DAIŞ’ê şer dikirin Ewropa û cîhanê pîştgirî didan. Lê îro dixwazin Kurdan tine bikin, Ewropa û cîhan ji vê re bêdengin. Hêzên Emperyalîst di nava xwe de parvekirin dikin û ji bo berjewendiyên xwe piştgiriyê didin dagirkeriya dewleta Tirk. Îro bi vê çalakiya xwe em dixwazin dawî li vê hevkartiya wan bînin.”

Yalçin got dixwazin li Rojava şoreşa jinê bitepisînin û wiha domand; “Em wek jin em ê li berxwe bidin û xwedî li şoreşa jinê derbikevin. Heta ku Efrîn azad nebe em ê li her derî çalakiyên xwe bidomînin.”