Jin ên ciwan daketin qadan: Azadî ji Rêber Apo re

Li bajarên Mainz û Hannoverê yên Elmanyayê, jin ên ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan.

Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Werin cenga azadiyê' de bi pêşengiya Têko-JIN daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di çalakiya ciwanan de ku li ser pireke navenda bajêr pêk hat, wêneyên Abdullah Ocalan û alên TCŞ, TêkoJIN û YXK'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de ev peyam hate dayin: "Em tecrîda li ser Rêber Apo ti carî qebûl nakin. Divê ciwanên li Ewropayê li qadan bûn."

HANNOVER

Çalakiyeke din jî li bajarê Hannoverê pêk hat. Çalakî ji aliyê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li gel qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" her wiha ala PKK'ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan li dijî faşîzmê banga xurtkirina têkoşînê kirin.