Ji zarokên Roboskî pêşengeya wêneyan

Ji zarokên Roboskî pêşengeya wêneyan

Di 2. Salvegera komkujiya Roboskî de Komeleya Wêneya a Mezopotamya ku demekî dirêje xebatên xwe berdewam dikin yekem bermayên xwe di rojek pêş komkujiyê de pêşkêş kirin.

28’ê Kanûna 2011’an 19 jê zarok 34 kesên ku ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve hatine qetil kirin û cenazşeyên wan li ser pişta hêstiran hatin kirin, li cihê ku befir lê ketî îro wêneyên ku birayên wan kişandîne hatin pêşkêş kirin.

Nêzî pêş salekê, nêzî 20 wênevanên ku li Roboskî di çerçeveya ji bo Zarokan Atolyeya Wêneyan vekirbûn nêzî 60 zarokan perwerdeya kişana wêneyan dîtin. zarokên ku perwerdeya bingehîn a wêneyan dîtin mijarên xwe yên xebatê hilbijartin û dest bi kar kirin.

Ji zarokan hinekan wêneyên Goristana Roboskî kişandin, kê jî serpêhatiyên dayik û xûşka xwe bi navê  Duvaka Reş anîn ser ziman. Lê ji 60 zarokan her yekî rewşa rûhî a komkujiya ku çêbûyî bi vizorleyanên xwe derxistin pêş. 43 serpêhatiyên ku di çerçeveya xebatên Atolyê de hatîn kişandin hemû li pirtokekî de hatin kom kirin û weke xelat dane zarokan.  

‘KOMKUJÎ LI HEMÛ CIHÊ HEYE’

Ji bo 60 zarokên perwerde dibînin yên ku temenê wan dinavbera 7 û 17’ê de tê gûhetin ji Amedê, Wanê û Stenbolê wênevan gotin ku wan ji bo fikra civakî a Roboskî bi rêya wêne, nivîs û serpêhatiyan bi hêztir bikin û ji bo bûna hevalbendên hewildanên wênevanên ciwan yên li Roboskî wan ev xebate daye destpê kirin.

Mamosta Semra Yeşîl ku got di wêneyên hemû zarokan de komkujî derdikeve pêş wiha anî ser ziman: “Ger serpêhatiyekî normal jî bînin ser ziman wêneyê goristanê dikişînin. Li vir jiyanek heye û dewam dike. Me xwest vê derbixîn pêş. Ji ber ku kesên têgehiştî dikarin êşên xwe parve bikin lê zarok ne. Ew hîn zêdetir bi tenê ne. Ev serpêhatiyên wêneyan ji bo wan bû navber kariyek.”

Ceylan Yilmaz 16 salî ku tevlî Atolyeyê bûye xwediya serpêhatiya Wêneyên Nixumandî ye.

Li Roboskî sibê jî ji bo bîranîna bê li darxistin xebat dewam dikin.

Hemû bernamzet û namzetên ji BDP’ê wê li Roboskî bin.