Ji YXK’ê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî

Ji YXK’ê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî

Xwendekarên endamê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) yên li bajarê Koln yê Almanyayê dixwînin, ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê dest bi çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî kiribûn.

Xwendekaran ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk berdewam dike, sibeha Înê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Çalakiya birçîbûnê ya 10 ciwana birêve bir 3 rojan dom kir.

Çalakvanên ku li Rodulfplatzê kon vedan, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya “Ji Ocalan re Azadî” stand danîn û nêzî hezar îmzeyan komkirin.

Di çalakiya birçîbûnê ya sê rojan de ji MLKP’ê jî kesek beşdar bû. Rêxistina Ciwana Elewiyan BDAJ û ciwanên Antîkapîtalîst jî piştgirî dan çalakiyê.

Kurdistaniyên ku li Kolnê jiyan dikin, bê navber kona çalakiya birçîbûnê ziyaret kirin. Çalakiya birçîbûnê şeva Yekşemê bidawî bû.