Ji rewşenbîrên Kolnî ji bo girtiyan bangawazî

Ji rewşenbîrên Kolnî ji bo girtiyan bangawazî

Komek nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen ên ku li bajarê Kolna Almanyayê dijîn, ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd dest bi çalakiyan kirin. Rewşenbîrên Alman ku ji bo girtiyan dest bi kampnayaya îmzeyan kirin, protestoya hukûmeta Merkelê ya li hemberî grevên birçîbûnê protesto kirin û banga :” Em nikarin li hemberî mirinan bêdeng bin” kirin.

Banga bi sernavê “Ji bo pirsgirêka Kurd dengê Kolnê” ji aliyê van kesan ve hate îmzekiriN: Hamîde Akbayir, Dogan Akhanlî, Bêrîvan Aymaz, Michael Barg, Sakir Bilgin, Dr. Kemal Bozay, Cafer Cebe, Markus Gross, Bernhard (Felix) von Grünberg, Lale Konuk, Albrecht Kieser, Osman Okkan, Ulf Petersen, Memo Şahîn, Diana Siebert, Gunter Wallraff, Martin Zorn.

Rewşenbîran bi bîr xistin ku li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedar, parêzer, sendîkavan, xwendekar, parlementer û şaredar di girtîgehan de ne û bal kişandin ku li Tirkiyeyê her kesê ku bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe li rastî zextan tên. Di banga kampanyayê de wiha hate gotin:

"Em bi tabloyek xeter re rû bi rû ne. Tiştek din jî heye ku Erdogan li Berlînê xwest van bûyerên metirsîdar veşêre û hukûmeta Alman li hemberî vê yekê bê deng ma. Em dibînin ku pirsgirêka Kurd a ku heta niha nehatiye çareserkirin êdî vediguhere pirsgirêkek Tirkan. Em ji jiyana girtiyên di girtîhan de dest bi greva birçîbûnê kirine bi fikar in.

Em dixwazin ku hukûemta Tirk êdî dest bi muzakereyan bike û siyasetmedarên ku ji ber hincetên pûç hatine girtin serbest bên berdan. Em dixwazin bi bîr bixin ku Tirkiyeyê peymana mafê mirovan a Ewropayê jî îmze kiriye. Ji ber van hemû sedeman em ên ku li Almanyayê dijîn êdî nikarin li hemberî van bûyeran bêdeng bimînin.”