Yeketiya Cesareta Şoreşgerî RedHack ji bo balê bikişîne ser çalakiya birçîbûnê vêcarê malpera facebookê ya Wezareta Tenduristiyê hack kirin. RedHackê duh jî malpera Wezareta Dadê ya Personela hack kiribû.
Koma hacker ya RedHackê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya kete roja 46’an malpera facebookê ya Wezareta Tenduristiyê hack kir. RedHackê ev peyam li malperê hişt: “Wezîrek me yê ‘temaşeyî’ tenduristiyê dike heye, lê nabîne, weke yên din. 46 roje li girtîgehan çalakiya birçîbûnê didome, destûr nadin girtî vîtamînê bigirin, tansiyonê bipîvin, kontrola tenduristiyê bikin û mehkûmî mirinê kirine. Piştre? Dîsan şer çêdibin, mirov dimirin, dibêjin; canê zarokên dewlemend sax be, yên feqîrên weke me jî ‘welat sax be’ û rê dikin mirinê. Hûn fikrê kesên ketine rojiya mirinê qebûl dikin yan nakin, lê belê ger hun nexwazin cane xwe bidin û bazirganên çekan qezenc nekin, werin em ji bo pêşwazî kirina daxwazên wan hîstiyar bin, mirinan rawestînin! Bila dayîk êdî negirîn. Ji bo me jî we 24 sal ceza xwestine; birastî hûnê li hev bên, êdî dê mirov nemirin û dê dayîk negirin, ne 24 em razîne ku 240 salan birazin. Werin em plana emperyalîzmê têk bibin; aştiyê bikin.”