Ji Rêber Apo peyama ji bo Aykol: Dost û hevrêyekî gelekî hêja bû

Rêber Apo peyamek ji merasîma cenaze ya rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol re şand û got, "Ji bo min dost û hevrêyekî gelekî hêja bû. Kesayetekî gelekî durust û kedkar bû."

Cenazeyê xebatkarê Çapemeniya Azad rojnamevan Huseyîn Aykol anîn Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê.

Rêber Apo jî peyamek ji merasîmê re şand. Peyam ji aliyê endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.

Peyam bi vî rengî ye:

"Em ji ber wefata mamoste Huseyîn di nav xemgîniyek mezin de ne. Di serî de ji malbatê re, ji Çapemeniya Azad re, hevrêyê wî re, hezkirî û hogiran re sersaxiyê dixwazim.

Daxwaza wî ya dawî ew bû ku bi min re hevpeyvînê bike. Ew daxwaza wî ji bo min hêja û watedar e. Bi mamoste Huseyîn re me di serê salên 90'î de derfeta hevdîtin û hevpeyvînê dîtibû. Eger ev mirina bêwext nebûya min dixwest wî bibînim û pê re sohbet bikim.

Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe ji şoreş û têkoşînê re terxan kiribû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû.

Ev rewşenbîr û rojnamevanek bû ku bûbû dengê heqîqetê. Şoreşgerek bû ku şûna wî nayê tijekirin. Me pêşengekî enternasyonalîst ji dest da. Di jiyana xwe ya têkoşînê de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.

Li cem min ew jî weke Gurbetellî Ersoz û Sirri Sureyya Onder hevalekî têkoşînê yê bêhempa bû.

Jiyana Huseyîn Aykol nîşaneya şênber a lêgerîna heqîqetê û berpirsiyariya civakî ye. Li dijî tarîtiyê dengê heqîqetê bû û wî li ser rêya Çapameniya Azad qet serî netewand.

Wî jiyana xwe fedayî azadiya gelan kir. Di têkoşîna wekheviyê de kêliyek jî dilgiranî nekir û bi baweriyek xurt heta henaseya xwe ya dawiyê ev al ji destê xwe nedanî û tişta pêwîst bi layiqî bi cih anî.
 
Têkoşîna wî, îdealên wî û keda wî, wê di wîjdana vê axê de heta dawiyê zindî bê hiştin.
 
Em ê bibin peyrew û şopdarên îdealên wî ku li paş xwe hişt, raman, têkoşîn û keda wî ya mezin.
 
Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin û xwedî lê derkevin.

Dubare ji malbatê, çapemeniya azad, hevalên wî yên têkoşînê, dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.

Îmrali."