Ji Prof. Buro bo Merkelê name

Ji Prof. Buro bo Merkelê name

Berdevkê Înîsiyatîfa Dialog-Kreisê Prof. Dr. Andreas Buro, nameyek ji Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkelê re şand û têde behsa rewşa girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di greva birçîbûnê de kir.

Di nameya bi sernavê “Ji bo Serokwezîr Angela Merkelê nameyek aşkere” de wiha hate gotin; “Em bi boneya serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a li Berlînê, ji we daxwaz dikin ku ji bo pirsgirêka Kurd-Tirk bi rêyên aşitiyane çareser bikin hûn alîkarî bidin. Li Tirkiyeyê bi sedan girtiyên siyasî di greva birçîbûnê dene. Piraniya wan 40 roj li pey xwe hiştin. Girtî bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne.

Dixwazin tecrîda li ser Ocalan rabe û ji bo Ocalan bikare, di pêvajoya aşitiyê de roleke girîng bileyize, ewlehiya wî hebe. Her wiha, girtî dixwazin astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî rabe û dixwazin di dadgehan de bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurdî parstina xwe bikin. Ev daxwazên rewa û demokratîk in. Pêkanîna van daxwazan ji bo hukûmeta Tirk ne binketinek e. Deriyek ê hêviyê vedibe û ji bo çarseriya aşitiyane hevdîtin esas in. Em weke Dialog –Kreisê bi salan e ku em vê yekê diparêzin. Birêz Serokwezîr, hûn dê bi Serokwezîrê Tirk re hevdîtinekê pêk bînin, em ji we daxwaz dikin hûn eleqeya Almanan a ji bo çareseriya aşitiyane û mirovahî bînin rojevê. Li Almanyayayê nêzî milyonek Kurd dijî. Ji bo çareseriya aşitiyane alîkariya xwe pêşkêşî wî bikin. Ji bo vê em dê ji we minetdar bin."