Ji Plaza de Mayo heta Qada Galatasarayê berxwedana dayikan

Ji Plaza de Mayo heta Qada Galatasarayê berxwedana dayikan

Ne binçavkirinan û ne jî şîdeta polîsan, tu tiştekî ew ji biryara wan nekirin. Di 27’ê Gulana 1995’an de çalakiya yekemîn a rûniştinê pêk anîn û di ser de 19 sal derbas bû. Ji bo winda bên dîtin û edalet bê cih cara 500’emîn hatin cem hev. Di destê wan de wêneyên zarok, hevser û birayên wan. Di her hevdîtina xwe de gotin ku ew kujeran dizanin yekane daxwaza wan ev e ku bên darizandin. Ev Dayikên Şemiyê ne.  Li Beyoglu ya Stenbolê her rojên Şemiyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Ev çalakî bi çalakiya dayika Hasan Ocak ku di 1995’an de hate binçavkirin û windakirin, Emîne Ocak a li ber Lîseya Galatasarayê destpê kir.

Dayikên ji dayikên Arjantînê yên Plaza de Mayo mînak girtin di 25’ê Cotmehê de cara 500. hatin cem hev. Birayê Cemîl Kirbayir ku di darbeya 12’ê Îlonê de hate binçavkirin û tunekirin, Mîkaîl Kirbayir got: “Em ji bo edaletê li vir in. Heta edalet bicih were emê li vir berdewam bikin."

Di vê lêgerîna edaletê de tê xwestin ku cînayet bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Li gorî parêzvanên mafê mirovan di 1990’î de 17 hezar kes hatine kuştin. Di destpêka sala 2000’î de yên nû li vê zêde bûn. Li gorî weqfa mafê mirovan a Tirkiyeyê di navbera 2006-2010’î de bi giştî 522 kes hatine kuştin.

Li gorî lêkolîna ÎHD’ê herî kêm 253 gorên komî hatine tespîtkirin. Tê texmînkirin ku di nava van de cenazeyê 3 hezar û 243 kesî hene.  Lê hejmara rastî cudatir e.

Li Tirkiyeyê weke gelek sûcên din, kuştinên kiryar nediyar jî li bende ronîkirinê ne. Der barê kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan, binçavkirin û windakirinên salên 90’î de di navbera salên 2012-2013’an de çar doz hatin vekirin. Dozên di 2012-2013’an de, bi hinceta ewlehiyê birin bajarên din. Dozên der barê bûyerên Mûş, Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê yek li wan bajaran nehat dîtin. Doza Dêrikê birin Çorumê, ya Geverê birin Eskîşehîrê, ya Sîlopiyê jî birin Enqereyê, ya Korkutê birin Kirikkaleyê.

Doza Dêrikê der barê 13 gundiyên ku di navbera 1993-94’an de hatine qetilkirin de hat vekirin. Doz der barê Fermandarê Cendermeyan yê Dêrikê yê demê Tuggeneral Musa Çîtîl de hat vekirin. der barê Çîtîl de 13 caran cezayê giran ê muebetê hat xwestin. Di Gulana 2014’an de di danişînê de biryara beraetê hat girtin. Doza Geverê jî der barê Nezîr Tekçî yê li gundê Yekmal  şivantî dikir û ji aliyê leşkerên Tugaya Piyade ya Geliboluyê  ve di 26’ê Nîsana1995’an de hat binçavkirin û windakirin de tê meşandin.

Doza Sîlopiyayê jî der barê qetilkirina 6 gundiyên bajaroka Bespîn a di 14’ê Hezîrana 1993’yan de pêk hatiye hat vekirin. Di vê dozê de fermandarê Tumen ê Sînor a Cendermeyan a 23’an ya Şirnexê Tuggeneral Mete Sayar û serbaz tên darizandin. Gumanbar ne girtî ne.

Doza Korkutê jî  qetilkirina Mehmet Nasîr Ogurt, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevîm Ogut, Mehmet Şakîr Ogut, Mehmet Şîrîn Ogut, Aycan Ogut, Cîhan Ogut û Cînal Ogut ku di Cotmeha 1993’yan de li gundê Vartînîs a navçeya Korkut a Mûşê  ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin digire nav xwe.

Her wiha yekem gumanbarê girtî yê kuştinên kiryar nediyar Ayhan Çakir jî di Tîrmeha 2014’an de hat berdan. Polîsê tevgera taybet ê berê Çarkin di îfadeyên xwe de wiha gotibû: “Ev cînayet bi gahiya rêveberên dewletê yên demî ve yanî Serokkomar, Serokwezîr, MGK, Wezareta Karên Hundir, Serokatiya Daîreya Taybet û Îstîxbaratê ve hatine kirin.”

ÎHD’ê di rapora xwe ya 2013’an de diyar kiribû ku serlêdanên wan ên ji bo dosyayê kuştinên kiryar nediyar nekevin ber demboriyê, bersiva xwe negirtiye.

Dayikên Plaza de Mayo yên Buenos Aîres, ji bo zarokên xwe yên ku di navbera 1976-1983’an de di dema dîktatoriya leşkerî de winda kirine ev 30 sale têdikoşin. Dayik li hemberî avahiya hikûmetê li qada ‘Plaza de Mayo’ (Qada Gulanê) ji 30’ê Nîsana 1977’an heta niha çalakiya xwe didomînin. Leşkerên Arjantînê diyar kirin ku 9 hezar kes hê windan e. Hikûmeta Arjantînê jî  tespît kir ku ji hilweşîna rejîma dîktatoral  a 1983’yan heta niha 11 hezar winda hatin tespîtkirin. Lê dîroknas û dayikên Plaza de Mayo diyar dikin ku 30 hezar kes winda ne.

Parlamentoya Ewropayê di 1992’an de xelata azadiya fikr û ramanê ya Sakharov da dayikên Arjantînî. Dayikên Arjantînê di 2006’an de çalakiya xwe ya hefteyî bidomîne jî meşa xwe ya berxwedanê ya di 1981’ê de dabûn destpêkirin bi dawî kirin.