Zimanzanê navdar ê cîhanê Noam Chomsky ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin û ketiye roja 62’emîn peyamek bi dîmen weşand û ji hukûmeta Tirk xwest ku daxwazên girtiyan bi awayeke lezgîn qebûl bike.
Peyama bi dîmen a zimanzan û fîlozaf Noam Chomsky ya bi sernavê “Ji bo hukûmeta Tirkiyeyê bangek lezgîn” di malperên tora civakî de hate weşandin û ji hukûmeta Tirk dixwaze ku bi awayeke lezgîn daxwazên girtiyan qebûl bike.