Ji nivîskarên Kurd ji bo Barzanî û Talebanî banga ji bo girtiyan

Ji nivîskarên Kurd ji bo Barzanî û Talebanî banga ji bo girtiyan

Romanivîsê kurd Sebrî Silêvanî ku xwedî helwesteke rewşenbîrî ye nameyek li ser navê komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ji Serokkomara Îraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlementoya Kurdistanê Arselan Bayîz re şand û ji wan daxwaz kir ku ji bo girtiyên kurd yên zindanan ku di greva birçîbûnê de ne, li ser dewleta Tirk zextekê pêk bînin.

Nivîskar û romanivîs Sebrî Silêmvanî li ser navê komeke rewşenbîr vê bangê li rayedarên kurd yê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Li gor hêz û desthilata we yên rêzdar, em ne tenê daxuyanî û helwestan ji we dixwazin, belê em hêvîdar in ku hemû alav û karînên siyasî û ên din bi kar bînin û zextekî li dewleta Tirkiyeyê bikin ji bo ku dest ji siyaseta şer û înkarkirina ê din berde û rê li ber aşîtiyê veke.” Nivîskar û mamosteyê kurd Sebrî Silêvanî wiha dest bi nameya xwe dike:

”Bo / Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Birêz

Bo / Nêçîrvan Barzanî Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Birêz

Bo / Arselan Bayîz Serokê Perlementoyê Kurdistanê Birêz

Babet / Piştgêriya Başûr Bo Bakûr

Silavek a Kurdistanî,

Wek ku hûn dizanin ev bêhtir ji 61 rojan hejmarek a zîndaniyên Kurd li Bakûrê Kurdistanê di zîndanên dewleta Tirkiyeyê de dest bi mangirtinê (greva birçîbûnê) kirine û hêj berdewam in û roj bo rojê rewşa wan a psîkolojî û fîzîkî ber bi xirabiyê ve diçe. Kesên wiha, mînak in di bizava têkoşîn û berxwedana miletê Kurd de û mirina wan ziyanek a mezin e ji ber ku piraniya wan bi salan xizmeta Kurd û Kurdistanê kirine. Rêzdaran, mangirtin riyek sivîl û aşîtiyane ye li hember siyaseta nejadperistane di derheqî miletên Tirkiyeyê de bi taybet di derheqî miletê Kurd de, belê hukûmet û tevaya sazî û dezgehên dewleta Tirkiyeyê mûyekî ji xwe şaş nakin. Li gor projê Rojhilata Naverast ê demokrasî û pêşhatan, neteweya Kurd ber bi çarenivîsa xwe a rewa diçe belê heya ku bigîhe, gerek e yekrêziya mala Kurd bê parastin. Miletê Kurd li her ciyekî hevsozî û helwesta xwe bi xwenîşandan û nerazîbûnê xuya dike, belê ew yek têra nake. Lewre jî, li gor hêz û desthilata we ên rêzdar, em ne tenê daxuyanî û helwestan ji we dixwazin, belê em hêvîdar in ku hemû alav û karînên siyasî û ên din bi kar bînin û zextekî li dewleta Tirkiyeyê bikin ji bo ku dest ji siyaseta şer û înkarkirina ê din berde û rê li ber aşîtiyê veke. Şer û înkarkirin ne di berjewenda ti aliyekî de ye belê aşîtî di berjewenda hemû aliyan de ye û guman nîne ku wê bi ser keve. Li dawiyê, em ji berêz Celal Talebanî, hem wek serok komara Iraqê hem jî wek serkideyekî Kurd, dixwazin ku wek her carê insiyatîvê bike û rolekî bihêz bibîne.

Bijî Aşitî û Azadî.

Sebrî Silêvanî û komek ji ronakbîrên Kurd.”

Romanûs Silêvanî dibêje ku kêliyek beriya kêliyekê hemî siyasetmedar helwesta xwe ya ji bo berxwedana girtiyên zindanan nîşan bidin û li pêşiya mirinan bibin asteng. Ew diyar dike ku di vê kêliya niha de yekdengiya rewşenbîrên kurd yên her çar beşan girîng e û wan vedixwînê helwestek e yekdeng ku niha pêdiviya hemî kurdan gelekî pê heye.