Navenda Mafê Mirovan a Kurdan a Cenevreyê bang li Kosneya Ewropa û saziyên navneteweyi kir ku dest ji bêdengiya li hemberî greva birçîbûnê ya di girtîgeha de 44 roj in berdewam dike, berdin.
Navenda Mafê Mirovan a Kurdan Cenevreyê daxuyaniyek da û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku ji 12’ê îlonê ve di girtîgehan de tê lidarxistin gihiştiye asteke krîtîk.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Dibe di her kêliyekê de darbest ji girtîgehan derbikevin, ger çalakî bi dawî bibe jî dêgelek girtî bi nexweşiyên mayinde re rû bi rû bimînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku girtî ne tenê daxwazên xwe, dixwazin mirinên ku bi salan çêdibin bi dawî bibin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne sererastkirin.
Navenda Mafê Mirovan a Kurdan a Cenevreyê bang li Kosneya Ewropa û saziyên navneteweyi kir ku dest ji bêdengiya li hemberî greva birçîbûnê ya di girtîgeha de 44 roj in berdewam dike, berdin.