Ji MGK'ê biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte derket

Di civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a Tirk de, ku bi serokatiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li hev civiya, biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte hat standin.

Civîn bi beşdariya rayedarên Tir; Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Hundir, Suleyman Soylû, Wezîrê Parastina Milî Fîkrî Işik, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Serokê Fermandariya Giştî Orgeneral Hûlûsî Akar, fermandarên hêzên artêşê û fermandarê giştî yê jendermeyan Orgeneral Yaşar Guler pêk hat û bi qasî 6 saetan dewam kir.

Di vê civînê de biryar hat dayîn ku dema Rewşa Awarte bê dirêjkirin û desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûman bê dewamkirin.