Ji Metzê ji bo Kobanê alîkariya derman û pere

Ji Metzê ji bo Kobanê alîkariya derman û pere

Ji bo Kobanê ya ji 15'ê Îlonê û vir ve li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide, kampanyayên alîkariyê dewam dikin. Li bajarê Fransa Metzê, alîkariya barê qemyonekê derman û bi hezaran euroyî ku ji aliyê komeleyan ve hatin komkirin, radestî rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê hat kirin.

Komeleyên Kurd û Tirkiyeyî yên li departmana Moselle ya herêma Lorrainê dixebitin û di bin sîwana Kolektîfa Komeleyên Moselle civiyane, bi Meclîsa Gelê Kurd a Metzê re barê qemyonekê derman û 6 hezar 840 euro alîkariya madî berhev kirin.

Nûnerên saziyên tevlî kampanyaya alîkariyê bûne, ku wê di dema pêş de jî vê xebat dewam bikin, bi nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan re rûniştin. Nûnerên saziyan diyar kirin ku kampanyayên alîkariyê wê dewam bikin û alîkariya berhevkirine ji bo bigihêje Kobanê, ew radestî nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê dikin.

Rayedarên KCD-E û Heyva Sor a Kurdistanê jî malavayiya hemû nûnerên saziyên kampanya meşandin û mirovên tevlî kampanyayê bûne kirin û bang kirin ku hewldanên piştevaniya Kobanê dewam bikin.