Ji malbata Yildiz a Şenyaşaran qetil kiribûn 4 kes hatin girtin

Ji xizmên Parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ên li Rihayê hatibûn destgîrkirin, 4 jê hatin girtin.

Birayê Parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz, xwarziyê wî Osman Şah Yildiz, Şegsîn Yildiz (xwarziyê parlementer û karkerê şaredariyê ye) Mûstefa Amaç (şêwirmendê parlementere), Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlementere) Mikaîl Şîmşek û Osman Yildiz jî di nav de 11 kesên ku li navçeya Pirsûs a Rihayê 14’ê Hezîrana 2018’an di serdegirtina dikana malbata Şenyaşar û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de ji malbatê 3 kes qetil kirin, 2 jî birîndar kirin, berî du rojan hatibûn destgîrkirin, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.

Ji 11 kesên li dozgeriyê lêpirsîna wan hate kirin Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz hatin berdan, 9 kesên din jî bi îdîaya ‘kuştina mirovan’ û ‘windakirina delîlan’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

Celal Yildiz, Mikaîl Şîmşek, Muslum Yildiz û Îbrahîm Şîmşek ên îfadeya wan hate girtin, 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.