Kurdistaniyên ku li paytextê Rûsya Moskowayê dijîn bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê destpêkirîn, li ber nûnertiya YE ya Rûsyayê çalakiya protestoyî pêkanîn.
Çalakvana ragihand ku, çalakiya birçîbûnê gihaye roja 43’mîn û êdî ji vir pê ve xeteriyên jiyanî hene. Ger ji bo ev çalakiyên birçîbûnê rawestin tiştên pêwîst neyên kirin, we demê dê bigehe astekî ku jiyana siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û rojnamevana bikeve xeterê û xalekî jêneveger, her wiha heta dibe şahadet jî rû bidin.
Çalakvana bang li rayedarên YE kirin ku li beramberî çalakiya birçîbûnê ya ji bo balê bikişînin ser şert û mercên girtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayîn destpekirin bêdeng nemîne û tiştên pêwîst bike.
Nûnerên Saziyên kurdan yên Rûsyayê jî tevlî çalakiya protestoyî bûn. çalakvana dosyayekî ku daxwazên wan te de bûn radestî nûnertiya YE ya Rûsyayê kirin. çalakvana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên ku rewşa girtiyên siyasî yên Kurd tîne ziman bilind kirin.