Ji Kurdên Ermenîstanê bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji Kurdên Ermenîstanê bo greva birçîbûnê piştgirî

Kurdên li Ermenîstanê dijîn, li paytext Êrîvanê daxuyaniyekê da çapemeniyê û berxwedana greva birçîbûnê ya ku 45 roj in berdewam dikin silav kirin.

Kurdên li Ermenîstanê dijîn, li paytext Êrîvanê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ku ji 45 roj in di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û gihiştiye asteke krtîk, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de gelek sazî û nunerên Kurdên Ermenîstanê amade bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endamê Komîteya Kurdistanê û Dawûd Karsû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Karasû da zanîn ku daxwazên ku girtî pêşkêş kirine, ne tenê daxwazên girtiyan, ew daxwazên hemû gelê Kurd in û got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane û demokratîk divê tavilê Rêber Apo serbest bê berdan. Hemû Kurd dixwazin ku Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê û ev daxwazeke sereke ya Kurdan e.”

Karasû destnîşan kir ku qaşo dibêjin ku ziman û çanda Kurdan tune ye û got; “Em nêzîkatiya dewleta Tirk şermezar dikin û em berxwedana berxwedanvanên azadiyê silav dikin û heta dawiyê bi wan re ne.”

Daxuyanî bi dirûşimên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.