Delegasyona kurd ku li Girava Korsîkayê hevdîtinên xwe didomînin, ji aliyê komên siyasî yên Parlamentoya Korsîkayê ve hatin qebûlkirin. Komên ku hevdîtin pê re hatin kirin peymanê piştevaniya bi kurdan re dan û der barê vê de pêşnûmeyeka ku amade kiribûn ji bo qebulkirina wê ya li parlanetoyê diyarkirin ku ji bo piştiyê amade ne.
Însiyatîfa Komeleya Kurdistan-Korsîkayê û Delegasyona kurd ya ku 23’ê cotmehê li bajarê Ajaccîo ya Korsîkayê serdan pêk anî, ji aliyê Serokê Parlamentoyê Domînîque Boucchînî ve hatin qebûlkirin. Piştî vê di 24’ê cotmehê de bi komên partiyên parlamentoyê re ku 51 kursiyên wan hene re hevdîtin pêk anîn. Delegasyona kurd ji bilî ‘radîkalan’ bi hemû koman re hevdîtin pêk anîn.
Şaredarê BDP’ê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Nûnerên Ewropayê yê BDP’ê Eyyup Doru û nûnera Fransayê ya KNK’ê Fîdan Dogan jî di heyetê de cih digirt. Hevdîtina yekemîn bi Partiya Sosyalîst (PS) hate kirin. Heyetê ji aliyê sekreterê Federasyona Korsîkayê ya Başûr a Partiya Sosyalîst Jean Mar Ciabrini, sekreterên Şaxa PS Ajaccio Alain Combaret, delegeyê Karên Ewropayê ya PS Jean Claude Lanzalavi û endamê Konseya Federal Patrick Terramasi ve hatin pêşwazîkirin.
HEYETA KURD: TECRÎDA LI SER OCALAN PROVAKASYONE
Demîrbaş der barê rewşa kurdên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de agahî da û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didome û piştevanî xwest. Demîrbaş da zanîn rewşa pevçûnan ku her diçe zêde dibe, ji ber astengiya hikûmeta tirk ya pêkanîna siyaseta kurde û ji ber êrîşên polis û leşkeran diqewime. Demîrbaş wiha pê de çû: “ Tecrîda li hemberî Ocalan provokayoneke. Sedema sereke ya şîdeta pevçûnan ve ku tecrîda giran ya li ser Ocalane. Di çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan xwedî roleke sereke û girînge.”
Delegasyona kurd ji hemû muxatabên xwe xwest Ocalan jî tê de hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan, piştgiriyê bidin daxwazên girtiyên di grevê de ne û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşnûmeya hatiye amadkeirin ji aliyê Parlamentoya Korsîkayê ve bên qebûlkirin. Di rewşa ku pêşnûme bê qebûlkirin de tê xwestin ku ji hikûmeta Fransayê re bê şandin. Heyeta kurd her wih abi heman koman re ji ber ku vexwendiyên Newrozê bikin hevdîtin pêk anîn.
Heyeta kurd ku bi partiya Sosyalîst re hevdîtin pêk anîn diyar kir ku li Fransayê di dema Sarkozy de li hemberî kurdan êrîş pêk dihat û got domandina vê nayê qebûlkirin. Cîabrîanî wiha got: “Dema bê asta berpirsyariyê, polîtîkaya reel dikare xwe li me ferz bike. Lê bi tu awayî hikûmeta Fransayê, ne xwedî nêzîkatiyeke bi ya Sarkozy re heman tiştek. Daxwaza me eve ku hikûmeta Fransayê peyama ku ji rayedarên hikûmeta tirk re dişîne hişk bin. Hebûna gelekî nayê înkarkirin.”
ENIYA ÇEP: EM PÊŞNÛMEYÊ PÊŞKÊŞ DIKIN
Hevdîtina duyemîn bi Koma Eniya Çep (Front de Gauche) re pêk hat. Heyet bi dilgermî hat pêşwazî kirin. Etienne Bastelica ku kom temsîl kir diyar kr ku ew dê pêşnûmeyekê amade bikin û pêşkêşî parlamentoyê bikin.
KOMA RASTGIR: DI ALÎ ME DE DÊ ERÎNÎ BE
Heyeta kurd hevdîtina xwe ya sêyemîn bi koma rastgir ya Ji bo Yekitiya Korsîkayê (Rassembler pour la Corse) pêk anî. Nûnerê komê Dîane Bedu diyar kir ku der bare pirsgirêkê de agahiya wî heye û got ew ji mafên herî rewa yên mirovahiyê agahdar e. Bedu got; “ Em piştigriyê didin vê pêşnûmeyê û di alî me de erênî ye.”
KOMA NETEWPEREST: EM BI HEMÛ PIŞTGIRIYA XWE BI WE RE NE
Heyetê hevdîtina xwe ya çaremîn bi koma netewperet re ya di parlamentoyê de ye pêk anîn. Serokê Komê Jean-Chrîstophe Angelnî û endamê Komê Hycinthe Vanni, heyet pêşwazî kir. Vannî da zanîn ku ev parlamento ne parlamentoyeke ozeke û got rayeya wan gelek kêm e. Vannî ji heyete re diyar kir ku ew bi hemû piştgiriya xwe ligel we ne.
Demîrbaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser şibandina têkoşîna gelê Korsîka û Kurdan û destnîşan kir her du gel baş ji hev du fêm dikin û wana vexwende Newroza Amedê. Vanni jî da zanîn ku ger ew bikarin tenê kesek jî bişînin Newrozê ew dê pir kêfxweşbibin.
Herî dawî, Alîkarê Serokê Parlementoyê Pascaline Castelani malovaniya heyeta Kurdan kir. Castelanni yêku di heman demê de şaredarê gundê 450 xanî yê Piana ku ji aliyê UNESCO’yê ve tê parastin e, da zanîn ku ew dixwazin di Newrozê de tevî heyetekê bên Kurdistanê.