Ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê sînyala agirbestê
Ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê sînyala agirbestê
Ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê sînyala agirbestê
Nûnerê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) Mahmûd Al Hamza da xuyakirin ku ew ji bo agirbestek di bin kontrola çavdêrên navneteweyî de amade ne. Lê belê nayê zanîn ka li eniya şer ev bang wê bersivê bibîne yan na. Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li herêmê bandora xwe winda kir, çeteyên El Qaîde û komên Îslamî xurt bûn. Di vê navberê de nûnerê KNS yê Moskowayê îdîa kir ku şert û mercên pêkhatina Cenevre-2 vê gavê nîne.
Nûnerê KNS Mahmûd Al Hamza da xuyakirin ku eger Sûriye rê bide xebata çavdêrên navneteweyî, ew amade ne dawî li pevçûnan bîne.
Hamza got, "KNS, Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mûxalîf, hêzên din ên şoreşger û ASA ama de ne di nava koordînasyonekê de ji bo demekê çalakiyên çekdarî rawestînin. Lê belê şert e ku ji Yekitiya Ereb û welatên din çavdêr biçin Hûmûs, Heleb û bajarên din."
Nûner diyar kir ku çavdêrên siyasî dê ji bo xeranekirina agirbestê ji aliyê herdu aliyan ve, dê bibin garantî.
Di vê navberê de li gorî nûçeya radyoya Dengê Rûsyayê, nûnerê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) yê Moskowayê Mahmûd Al Hamza anî ziman ku ew alîgirê lidarketina konferansa aştiyê ya Cenevre-2 ne, lê belê hînê şert û mercên ji bo lidarketina vê konferansê guncaw nebûne.
Hamza bibîr xist ku nêrîna bingehîn a Cenevre-2, bicihanîna Peymana Cenevre ya 30'ê Hezîrana 2012'an û diyar kir ku li gorî vê peymanê divê dawî li pevçûnên çekdarî bê anîn, divê hikûmet artêş û çekên xwe yên giran ji bajaran vekişîne, girtiyên siyasî serbest berde û di navbera hikûmet û mûxalefetê de diyalog destpê bike.
Nûnerê KNS'ê ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê madeyek bi tenê ya di peymanê de cih digire bicih neaniye û îdîa kir ku ji ber vê sedemê Cenevreyeke nû ne pêkane.