Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbat û endamên Partiya Demokratîk a Kurdî li Surî (PDKS) xwest û got; “Me bi dilekî xemgîn bihîst ku Serokê Partiya Demokratîk a Kurdî li Surî Birêz Ebdulrehman Alucî, çûye ser dilovanîya xwe. Koçkirina Birêz Alucî, ji bo me û tevahiya gelê kurd bû sedema xemgîniyek mezin.”
Peyama sersaxiyê ya KNK’ê weşand wiha ye:
Me bi dilekî xemgîn bihîst ku Serokê Partiya Demokratîk a Kurdî li Surî Birêz Ebdulrehman Alucî, çûye ser dilovanîya xwe. Koçkirina Birêz Alucî, ji bo me û tevahiya gelê kurd bû sedema xemgîniyek mezin.
Di demeke ku pêdiviya gelê Kurd bi siyastemedarên mina Ebdulrehman Alucî, yên xwedî tecrûbe heye, çûna ser dilovaniyê, windahiyek meizn e.
Em ji bo malbata wî, endamên PDKS û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.
Hêviya me ew e ku di şexsê Ebdulrehman Alucî de, tevahiya siyasetmedarên kurd ji bo yekîtiya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, bikevin nava hewldanan û wek hêzeke yekgirtî di vê pêvajoya dîrokî de rol û misyona xwe bilîzin.”