Ji hunermanda Filistînî ji bo Kobanê peyama bi dîmen
Ji hunermanda Filistînî ji bo Kobanê peyama bi dîmen
Ji hunermanda Filistînî ji bo Kobanê peyama bi dîmen
Hunermenda navdar a Filistînî Reem Kelanî, bi armanca piştevaniya bo Kobanê peyameke bi dîmen weşand.
Hunermend Reem Kelanî li ser You Tube peyamek weşand û piştgiriya xwe da gelê Kobanê û bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji piştgiriya DAIŞ’ê berde.
Peyama Kelanî wiha ye;
Navê min Reem Kelanî ye. Ez muzîkjeneke Filistînî me. Ez ji bo piştgiriya gelê Kobanê li vir im. Dibe ku hûn bipirsin Filistînî ji bo Kobanê çi dikin. Ev rewş hemû gelên herêmê eleqedar dike. Ereban, Kurdan, Çerkezan, Durziyan û hemû gelên herêmê eleqedar dike. Tirkiye ji bo Kobanê çi dike? Tu tiştekî? NATO çi dike? Tu tiştekî. Her kes dizane ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Hemû nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyeyê xizmetê didin DAIŞ’ê.
Ez bang li Tirkiyeyê dikim; dest ji piştgiriya bo DAIŞ’ê berde.
Her wiha ez bang li NY, Ereb û Mislimanan dikim; piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Ger hûn alîkariyê nedin wê sibê bê serê we jî. Ez li Nisêbînê tevlî şahiyeke jinên Kurd bûm. Min stran gotin. Tiştên min li wir hîs kir min li Filistînê hîs kiribû. “
Hunermenda Filistînî ku li bajarê Manchester a Îngîlîstanê hat dinê, destpêkê di bin bandora muzîka jazz a bavê xwe de ma û di salên 1970’ê de eleqe nîşanî muzîka Filistînê da.