Ji Hevserokê PYD’ê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji Hevserokê PYD’ê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Stockholmê çû serdana greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdan ve bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnên yên bêdem û dorveneger ên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, hatiye destpêkirin.

Muslim çûn hundirê konê ji bo greva birçîbûnê hatiye vedan û bi çalakgeran re sohbet kir. Muslim ji ber vê helwesta wan Kurdên li vir di grevê de pîroz kir û da zanîn ku gelê Kurd gelek zindî û têkoşer, gelê Kurd li her derê çiya, li deştê, di girtîgehan de, di her şert û mercan de li ber xwe didin. Her wiha, berxwedana gelê Kurd ya li hemû parçeyên Kurdistanê, Ewropa û zîndanan nirxand û da zanîn ku ev yek nîşan dide ka gelê Kurd çiqas xwedî rêxistin e û amade ye.

Muslîm got; “ Gelek gelên ku dewletên wan hene jî ne bi qasî Kurdan xwedî rêxistin in. Çawa ku gava derziyek li cihek ê laş dikeve, bandorê li her derê dike, bi heman awayî neheqî li kuderê li hemberî Kurdekî bê kirin, Kurd hemû dibin xwedî helwest.”

Muslim bal kişand ser têkoşîna berfireh a gelê Kurd û diyar kir ku têkoşîna gel a li Rojavayê Kurdistanê xurt dibe û berxwedana di zîndanan de parçeyên vê têkoşînê ne.

Salih Muslîm bang li dewleta Tirk kir ku daxwazên berxwedêrên di girtîgehan de pêk bîne û da zanîn ku çi dewleta ku gelê Kurd biqewirîne nikare bi ser bikeve. Muslîm da zanîn ku ew weke PYDê dixwazin tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were rakirin û hevdîtinên aşitiyê bên destpêkirin.

Hate diyarkirin ku dê li roja 25’ê cotmehê roja pêçşemê, li Qada Sergel a Stockholmê ku Kurdistaniyan lê dest bi greva birçîbûnê kiriye, dê xwepêşandanek bê lidarxistin.