Ji heft Partiyan daxuyaniya 'Ukrayna': Em aliyê aştiyê ne
Heft partiyên çepgir ku dawiya heftiyê hatin cem hev û koordînasyon ava kirin, têkilî şerê Ukraynayê daxuyaniyek hevpar dan û got, ''Em aliyê aştiyê ne.''
Heft partiyên çepgir ku dawiya heftiyê hatin cem hev û koordînasyon ava kirin, têkilî şerê Ukraynayê daxuyaniyek hevpar dan û got, ''Em aliyê aştiyê ne.''
HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP Û TOP'ê derheqê şerê Ukraynayê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em ne aliyê wan polîtîkayên emperyal in ku Rûsya û NATO'ya bi pêşengiya DYE'yê vîna gelan tine dihesibîne. Gel ji van du aliyan ne mecbûr in bibin aliyê yekî ji van. Em şerê neheq û bangên ji bo ku komkirina hêzê ya ji bo şer in. Em aliyê aştiyê ne, aliyê me bi aliyê wan gelan re ku li tevahiya cîhanê li dijî şer re rabûne, eynî ye.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Li Donetsk, Lugansk û Ukraynayê sivîl dimirin, gel ji welatê xwe têne koçberkirin û bêgav dimînin ku bi girseyî welatê xwe biterikînin. Hemû hêzên şer û dagirker divê ji herêmê vekişin, divê heqê ku gel bikaribin qedera xwe diyar bikin were naskirin. Emperyalîzm û faşîzm ji talîmatan jî xuya dike, bi rengê ku çekên nukleer jî bixebitîne şêt bûye. Hîroşîma, Nagazakî, Vîetnam û Heleoçe wesîqeya dîrokî ya vê hovîtiyê ne. Em ê li bara vê hovîtiyê bêdeng nemînin! Li dijî şer dema wê ye ku em dengê aştî, xwîşk û biratiyê niha geş bikin.''