Ji HDP û BDP’ê di 29’ê Kanûnê de şahî

Ji HDP û BDP’ê di 29’ê Kanûnê de şahî

BDP û HDP bi şîara ‘Ji rojava heta Geziyê bi Rêbazên xweseriya Demokratîk em berbi jiyana azad ve dimeşin’ dê di 29’ê kanûnê de bi şolenekê starta hilbijartinê bide.

Hevserokên BDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Gulten Kişanak û her wiha hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu dê tevli bibe.

Şolen dê li Salona Sporê ya Girtî a Sînan Erdem ya Atakoy saet di 17.00’an de dest pê bike. Hevserokên HDP’ê dê destpêkê biaxivin.

 Hunermend İlkay Akkaya, Suavi, Ferhat Tunç, Mikail Aslan, Rojda, Vartes Keşiş, Taylan Yıldız, Agire Jiyan, Hîvron, Hîvda jî d nav de dê kom jî tevli bin.