Nivîskar Gunter Grass ku xelata Nobelê girtiye piştî helbesta xwe ya ku Israîl rexne kiribû û deng dabû îcar jî helbeste ku krîza Yewnanîstanê dinirxîne nivîsî.
Nivîskarê 84 salî helbesta xwe ya bi ser navê ‘Şerma Ewropayê’ weşand. Di helbesta xwe de polîtîkayên YE’yê ku Yewnanîstan bi krîza aborî re rû bir û hiştiye bi zimanekî tûj rexne dike. Grass diyar dike ku Yewnanîst tazî haiye hiştin, hatiye teşhîrkirin û welatî deyndar tê bi navkirin.
Grass destnîşan dike ku Yewnanîstan ji şaristaniya Ewropayê kavkaniyê dike û got bê Yewnanîstanê Ewropa bê ruh dimîne.
Helbest di rojnameya herî bi prestîj a Almanyayê de Suddeutsche Zeîtung de hatiye weşandin û di hemû çapemeniyê de deng daye.