Ji girtiyên li Kandirayê biryara boykotkirina bijîşkan

Ji girtiyên li Kandirayê biryara boykotkirina bijîşkan

Girtiyê Kurd ên di Girtîgeha Kandira 1 de li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de biryar dan ku dernekevin doktor. Daxwaza girtiyan a heyetek ji TTB’yê jî nayê bicihanîn.

LI DIJÎ AXAFTINÊN ERDOGAN Û AKP’YIYAN NERAZÎBÛN

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ên siyasî ket roja 62’emîn. Girtiyên di Girtîgeha Kandira 1 de yên ku carên yekem û duwem (12ê îlonê, 15 cotmehê) dest bi greva birçîbûnê kir ev hefteyeke naçin kontrola bijîşkan.

Girtiyan heta niha kontrolên weke nabiz, pîvana şekira xwînê qebûl dikirin. Lê piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan girtî êdî vana jî red dikin. Girtiyên Girtîgeha Kandira 1 biryar da ku hemû kontrolên ji aliyên bijîşkan ve red bikin.

Sedema ku girtiyan ev biryar da daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP’ê yên li hemberî çalakiya girtiyan e. Girtiyan bi taybet nerazîbûnek tund nîşanî gotinên Erdogan ên bi awayê “Şow û şantajê dikin” dan û aşkere kirin: “Me li hemberî vê nêzîkatiya nerênî ya hukûmetê ev nerazîbûn nîşan daye.”

'GEL TENÊTIYA ME YA DI HUCREYÊ DE DIREVÎNE, LÊ ZÊDETIR DENG...'

Li gorî agahiyên parêzeran dane; çavdêriyên girtiyan ên li hemberî çalakiyên li derve wiha ye: “Erênî ye, lê têrê nakin”. Girtî girîngî didin çalakiyên girtiyan ên li kolanan û dan zanîn ku ev yek tenêtiya wan a di girtîgehan de direvîne. Lê girtî ji gelê Kurd dixwazin ku ji bikarin encamekê bi dest bixin, divê zêdetir hewl bidin.

Ji aliyeke din ve, hin girtiyên di Girtîgeha Kandira 1 de êdî di meşê de tengasiyan dikişînin. Bi taybet hin kesên ku li gel koma yekemîn dest bi greva birçîbûnê kirin, gava radizên an jî rûdinim, weke ku tiştek têkeve laşê wan dibin.

Heta niha daxwaza girtiyan a ku ji bo heyetek ji Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) nehatiye qebûlkirin.