Girtiyên ji doza MLKP’ê jî ragihandin ku, ew dê bi armanca piştgirî dana çalakiya birçîbûnê ya kete roja 43’an de di navbera 31’ê Cotmehê-2’ê Mijdarê de bikevin çalakiya birçîbûnê.
Di daxuyaniya ku li ser navê Girtiyên ji Doza MLKP’ê hatî kirin de, berxwedana girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li zindana dane destpêkirin silav kir.
Di daxuyaniyê de bibîrxist ku, tekoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û mafên demokratîk yên bingehîn li hemû aliyan bi biryarbûnek pir mezin û xwedayînê berdewam dike.
Girtiyên ji doza MLKP’ê dan diyarkirin ku, pêvajoya textîkî ya şoreşgerî ya nû ku gêrîlayan xistiye dewrê tekoşîn gihandiye astekî bilindtir, di encama vê de rejima dagirker bê siyasetmaye û artêşa wê jî bê encam maye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Abdullah Ocalan ku di tekoşîna netewa Kurd de nûnertiya rêbertiya stratejîk dike, ji hemû aliyan ve tê zanîn ku, şert û mercên Ocalan yên li Îmraliyê raste rast bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Dewleta dagirker ya Tirk ku Ocalan xistine tecrîdê ev tê wateya gelê Kurd jî xistine nava tecrîdê. Mafên Ocalan yên hatine xesp kirin, tê wateya mehrûmyeta mafên gelê Kurd jî, her wiha statûya Ocalan ya tê înkar kirin bi awayek pir zelal tê wateya înkarkirina mafê kolektîf yê gelê Kurd.
Em berxwedana çalakiya bêdem ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo azadiya rêberê xwe Ocalan ku di şexsê wî de ji bo azadiya gelê Kurd dane destpêkirin, weke ji aliyê zindanan bi awayekî bibandor û biryar tevlî tekoşîna azadiya netewa Kurd dibînin û her wiha em bawer dikin ku, ev berxwedan dê rolekî girîng mezin ku tekoşînê bigehîne astekî bilindtir bilîze.
Em girtiyên ji doza MLKP’ê û di rêya tekoşîna netewa azad, sosyalîzm û şoreşa gelê Kurd û Tirk de, weke di cepheyê tekoşînê yê bingehîn de, cepheyê zindanê jî bi gelê xwe yê Kurd û Tirk yê welatparêz re dinava piştevaniyê de weke pêwîstiyekî şoreşgertî û enternasyonalîzmê dibînin. Li ser vî esasî em berxwedana çalakiya birçîbûnê ya bêdem ku rêhevalên me yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpê kirin bi hestên şoreşgerî silav dikîn û em piştgirî û piştevaniya xwe îlan dikîn.”