Federasyona Komeleyên Êzdiyan ya Almanyayê ji Serokwezîr Angela Merkelê re name şand û di nameyê de hate xwestin ku, 30’ê cotmehê Serokwezîrê Tirk Erdogan tê Berlînê û got bila Erdogan bi tundî rexne bikin. FKE diyar kir ku, di hefteyên borî de Erdogan heqaret li Êzdiyan kiriye û daxwaz kir ku divê Serokwezîrê Tirk di mijarên azadiya ol û ramanê de bê hişyarkirin.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo serdanên fermî di navbera 30-31’ê mehê de paytexta Almanyayê Berlînê. Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re tê cem hev. Erdogan dê tevlî merasîma Seferatxaneya Tirk ya Berlînê bibe. Di dema gera Erdogan saziyên tirk, kurd, ermenî û asûrî xwe amade dikin ku Erdogan protesto bikin. Êzdiyên ku nifûsa wan li Almanyayê ji sed hezarî zêdetire kete nava tevgerê.
Beriya gera Erdogan Federasyona Komeleyên Êzdiyan ya Almanyyayê (FKE) ji Serokwezîr Merkel re nameyek şand. Êzdiyan diyar kir ku, Erdogan tehemulê Êzdiyan nake û ji Merkelê xwestin ku bi awayekî cidî Erdogan rexne bike. FKE konferansa 17-18’ê cotmehê li Amedê pêk hat bibîr xist û wiha got: Serokwezîrê 21’ê cotmehê li Elezîzê di axaftinake xwe de heqeret li Êzdiyan kiribû. Ew biçûkxistibûn. Berê jî Fetullah Gulen îfadeyên wisa bikaranîbû. Di salên dawî de hejmar Êdiyên vegeriyane welatên xwe zêde bûne. Di demeke wisa de gotinên wisa tên ateya gefê.
Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin: “Erdogan li welatê xwe polîtîkaya yek nete, yek ol û yek ziman bikartîne. Li Tikriyeyê azadiya ol tune. Bi awayekî sîstematîk vê pêktînin. Êzdiyên li Tirkiyeyê dijî di bin gefek mezin de ne. Em ji xwe dixwazin hûn Erdogan şermezar bikin û bila Erdogan lêborîna xwe bixwaze.”