Li avahiya ESP’ê ya Zeytînburgnuya Stenbolê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê, dest bi greva birçîbûnê hate kirin.
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Zeytînburnê bi armanca ku piştgiriyê bidin girtiyên kurd ku ev 46 roje di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê dan destpêkirin.
Çalakî sibê saet di 13.00’an de bi daxuyaniyeke çapameniyê bi dawî dibe. Endamên ESP’ê dê hesta sibê li qehwexane û bazaran bigerin û der barê armanca greva birçîbûnê ya girtîgehan de agahîdar bikin.