Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna Civata Rêveberiya Navendî ya Biryaran û Civata Rêveberiya Navendî ya AKP’ê de axivî û qedexeya axaftina der barê Roboskiyê de danî ser AKP’yiyan.
Di civînên li ser hev, hatin lidarxistin de, Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk mafê axaftinê girtin û pênaseya daxuyaniyên xwe yên der barê Komkujiya Roboskiyê de kirin. Erdogan jî diyar kir ku axaftinên her duyan ên li hemberî hev ziyanê didin AKP’ê û axaftina der barê Komkujiya Roboskiyê de li AKP’yiyan qedexe kir.
Erdogan ragihand ku ew ê di civîna koma partiya xwe ya îro de der barê Roboskiyê de gotin dawî bêje. Her wiha, Erdogan diyar kir ku mayîna vê mijarê di rojevê de ziyanê dide AKP’ê û got; “Em vê mijarê binixumînin. Êdî dest ji vê mijarê berdin.”