Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de dîsan heqaret û sûcdariyên mezin li çalakiyên birçîbûnê kir û got; “Hema bila parlementerên BDP’ê jî çalakiya birçîbûnê berdewam bikin.”
Erdogan di civîna koma partiya xwe de çalakiya birçîbûnê weke “hedefên binkol” binav kir. Erdogan çalakiyên birçîbûnê yên di roja 63’an de jî derî girtin û dîsan serî li heqaret û sûcdariyên giran da.
ÇAPEMENÎ DÎSAN DI HEDEFÊ DE YE
Erdogan got; “Em dibînin di çarçoveya hedefên binkol de kampanyayên hevpar birêve dibin. Li hinek girtîgehan dest bi çalakiya birçîbûnê kirine.” Erdogan dîsan çapemeniya ku çalakiyên birçîbûnê di nivîsin jî hedef girt û wiha heqaret kir: “Hinek dezgehên çapemeniyê piştgiriyê didin van çalakiyan, dibin mertal. Ma hûn ji kengê ve bûne evîndarê vê rêxistina terorê, ew şefqata ku hûn nîşanî dadaşa nakin çawa çêdibe hûn nîşanî terorê didin.”
Erdogan ev yek weke “xefik” nirxand û wiha got: “Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye, evane senaryoyên kovkî girtîne. Ji bo xirab kirina vê xefikê çi pêwîste be em dê wê bikin. Em dê stoyê xwe ji vê rageşiya kûr dibe netewînin.”
Erdoganê ku têkildarî daxwazên çalakvanên birçîbûnê behsa çi çareseriyan ne kir û li ser parlementerên BDP’ê jî wiha axivî: “Hema bil Parlementerên BDP’ê jî tevlî çalakiya birçîbûnê bibin û berdewam bikin. Lê belê bila di navberê de kebab neyên.” Erdogan hinek pêşdetir çû û got: “Ji xwe pêwîstiya vana bi terbiyeya nefsê heye. Pêwîstiya vana bi rejimê jî heye.”