Ji DÎDF’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî

Ji DÎDF’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî

DÎDF’ê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Komeleyên girêdayê Federasyonê, bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê wê bername û civînan pêk bîne.

Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk a Elmanyayê (DÎDF) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo piştgiriya Kobanê kampanyaya bexşê dane destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê lijneya Rêveberiya DÎDF’ê hatiye kirin de wiha hate gotin: “Kobaniyên ji êrîşên terorê reviyan û li Pirsûs û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê belav bûne di şertên zehmet de dijîn. Di van rojên teng de divê em li rex wan bin û pewyira me hemûyan e ku em pira biratiyê ava bikin.”

Di vê çarçoveyê de biryar hat girtin ku hemû dahatên di bernameyên xwarin û taştê de bên komkirin wê ji bo Kobanê bên şandin. Her wiha konser jî tên lidarxistin.

Li Berlînê di 25’ê Cotmehê de, li Kolnê di 31’ê Cotmehê de Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî wê konseran bidin. Her wiha DÎDF a Nurnbergê jî di 31’ê Cotmehê de wê konserekê bide.