Ji Dadgeha Şêwirmendiyê biryara betalkirinê!

Ji Dadgeha Şêwirmendiyê biryara betalkirinê!

Dadgeha Şewirmendiyê guhetina di Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî de hat kirin, betal kir.

Bicihanîna Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî ku ji aliyê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir ve hat guherin, ji aliyê Daîreya 10. a Dadgeha Şêwirmendiyê ve hat betalkirin. Li gorî guhertina mijara gotinê, amîrên hêzên ewlekariyê yên Emniyet û Jenderme di bûyerên edlî de neçar bûn agahiyê bidin amîrên îdarî yên mulkî.

HUKMÊN HATINE RAWESTANDIN

Hukmên hatina rawestadin ew e; ku polîs û jendermeyên wezîfeya ewlekariya edlî dimeşînin, neçarin tavilê bûyerên edlî, girtin, binçavkirin an jî operasyonên lêgerînê ji amîrên we yên payebilind re ragihînin, her wiha lêpirsînên der heqê sûcên katalog ên bertîl, qeçaxçitî, avakirina rêxistina çekdarî, ji serdozger re were ragihandin.

Li gorî guhertina hat xwestin bê kirin, polîs û jendermeyên hêzên ewlekariya edlî, bêyî agahiyê bidin mudurên bajar û navçeyan 'amîrên xwe yên payebilind' dê nekarîbûya operasyon bimeşanda. Her wiha dê dozger jî ji bo operasyon an jî guhdarîkirinek li ser sûcên bertîl, rêxistin û qeçaxçitiyê de, bêyî agahî û destûra serdozger nekarîbûya lêpirsîn bimeşanda.