Ji Civata Giştî ya KNK’ê banga neteweyî

Ji Civata Giştî ya KNK’ê banga neteweyî

KNK’ê di rojên 26-27ê Gulana 2012ê de li Brukselê Kombûna xwe ya mezin pêk anî. Di roja pêşî de digel endamên KNK’ê, partî, hêz û kesên neteweyî jî amade bûn û li ser mijara bi giştî pirsa neteweyî gotûbêj û şêwireke berfireh pêk hat. Di encama kombûnê de KNK’ê û hemû beşdaran pêdivî dîtin ku ev banga neteweyî ji bo cîhan, Kurd û Kurdistanîyan bê belavkirin.

Di roja yekemîn a 12’emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de hat diyar kirin ku Kurd û Kurdistanî, ji bo bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk û standina statuya polîtîk ya Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî seferber bin û dijî dagîrkeran di nav xwe da yêkdeng û yêk helwest bin.

Her wiha, di civîna bi beşdariya gelek partî û rêxistinên Kurdan hat lidarxistin de hat gotin ku ew piştevaniya Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî dikin û weke pêngaveke girîng dibînin.

Hin xalên di 12’emîn Civata KNK’ê de derketin pêş wiha ne:

1.Li Rojhilatanavîn guhertineke demokratîk pêdivî ye û vê prosesê dest pê kirîye. Yek ji dînamîkên demokratîk li Rojhilatanavîn Kurd û Kurdistanî ne. Di serî de Dewletên Amerîka yên Yêkbûyî (DYA), Yêkitîya Ewrûpayê (YE) û hemû hêz û dewletên peywendîdar divê bizanin ku ev prosese bêyî Kurd û Kurdistanîyan ne mumkun e û divê digel wan dîrekt têkilî bê danîn û xwezî û daxwazên wan bê qeyd û şert bêne bicihanîn.

2.Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (NY), Yêkitîya Ewrûpayê (YE) û organîzasyonên dî yên navneteweyî divê cih bidine temsîlîyeta Kurd û Kurdistanîyan.

3.Kurd û Kurdistanî, ji bo bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk û standina statuya polîtîk ya Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî seferber bin û dijî dagîrkeran di nav xwe da yêkdeng û yêk helwest bin.

4.Tirkîye, Îran, Sûrîye wekî dewlet mafên Kurd û Kurdistanîyan qebûl bikin, şiddet û operasyonên leşkerî, polîsî û dadgehî bi dawî bînin. Herweha îdamên ku ji aliyê rejima Iranê ve têne kirin lezînen bêne rawestandin. Bexda wekî hukûmet, daxwazên Kurdistana Federal yên makqanûnî qebûl bikin û bi cih bînin.

5.Tirkîye wekî dewlet, ji bo lihevhatineke maqûl ya demokratîk ya di navbeyna dewletê û Kurd û Kurdistanîyan da, di serî da rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk bê qeyd û şert serbest bikin. Herweha Îran û Sûrîye jî girtîyên polîtîk berdin.

6.Yêkitîya neteweyî ya Kurdistanê xewna hemû Kurd û Kurdistanîyan e û ji bo pêkînana vê armanca mezin divêt hemû Kurd û Kurdistanî di nav hewildanê da bin. Em bihayekî mezin didine pêrabûnên her alî, rêxistin û şexsîyetên neteweyî yên di vî warî da. Lê belê ev prosese hind nazik û hessas e ku divêt bi sebir û gelek bi rêkûpêkî bête organîze kirin ku biçûk mezin çu dînamîkên neteweyî li derve nemînin. Di tesbîtkirina komîteya amadekar û kar û xebatên dê bêne kirin da divêt temsîlîyeta demokratîk û şeffafîyet hebe.

7.Bizava jinên Kurd û Kurdistanî her diçe pêşve diçe. Di vî warî da konferansa ku li Gulana îsal (2012) li Hewlêrê hatîye kirin, gaveke giring e û em piştevanîyeke germ li biryarên wê dikin û desteka xwe kivş dikin ku di pratîkê da bêne bi cih anîn.

8.Daxwazê ji Parlementoya Kurdistana Federal dikin ku ji bo ciwan û kesên Kurdistanî yên ku xwendina xwe li meydanên dîasporayê kirî, projeyên entegrasyonê û peydakirina kar û xebatê li Kurdistanê amade bikin û bi cih bînin. Herweha ji Parlementê daxwaz tê kirin ku bi baldarîyeke bilind polîtîk û pratîkên pêdivî yên parastina bi giştî xweza û jîngehê di warê qanûnî de pêk bînin. Di encam de ji Parlementê daxwaz tê kirin ku digel KNK’ê têkilîyeke berfireh pêkbînin û di pratîkê da bi cih bînin.”