Berdevka CHP’ê û Cigira serokê gitşî yê CHP’ê Bîrgul Ayman Guler, Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn vexwendiyê îstîfayê kir. Guler diyar kir ku hewceye Şahîn bi xwe dê îstîfa bike an jî peywirê bê girtin.
Berdevka CHP’ê Guler bi daxauyaniyekê balkişand ser gotinên wezîr Şahîn yên ji bo Roboskê û wiha got: “Kesekî ku jibo welatiyên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe dest dane wekî ‘fîguranê PKK’ê’ îlan bike her wiha ku gotibû ‘Ew nemiraan jî dê bihatana darizandin’ bihêle dest ji wezîtiyê berde, mirov nekarin bêjin ku hestên mirovahiyê bi wî re hene. Hikûmet ecize ku sînorên welatên xwe biparêze. Peywira hikûmetê ya esas eve ku divê ewil ji ciwanên xwe re îstîhdamê biafirîne. Ev mirov di destê hîkumetê terqê neçariyê bûne. “
Guler di berdwamiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmet hatiye vê rewşê ku bûye hevkarê kaçaxvaniyê. Li ser hemû îhmalan welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Em nekarin ewlehiya welatê xwe teslîmê kesekî ku dibêje me ji bo Roboskê her tişt kiriye. Ji ber vê jî divê Naîm Şahîn îstîfa bike, an jî ji peywirê bê girtin. Careke din hatiye fêm kirin ku zihniyeta AKP’ê, ya serokwezîr ûwezîran ne ya mirovahî û demokrasiyê ye. Ev yek pirsgirêkê çareser nake, kurtir dike.”