Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî ku 6’mîn Kongreya xwe li derxistin, biryar dan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşînekî çalak birêve bibin.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî 6’mîn Kongreya xwe li bajarê Dusseldorf ya Almanyayê li derxistin. Piştî rapora xwe ya xebata salekê xwendin, ji Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê Aysel Avesta Aydin, ji Navenda Hevgihîna Jinan ya Utamarayê Sevîm Polat û YXK Jin peyam hatin ragihandin.
Piştî peyaman rêveberiya nû hate hilbijartin.
Biryar hate girtin ku rêveberiya nû ji 9 kesan pêk bê. Rêveberiyên hatine hilbijartin dê di rojên pêş me de bên gel hev û seroka Buroya Aştiyê ya Jinan ya Ceniyê diyar bikin. Piştî hilbijartinan jî plansazî hate danîn. Di plansaziyê de biryar hate girtin ku, bi awayek çalaktir tevlî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin bibin.