Ji CDK’ê ji bo çalakgerê greva birçîbûnê Aydin banga çalakiyan

Ji CDK’ê ji bo çalakgerê greva birçîbûnê Aydin banga çalakiyan

Civaka Demokratîk a Kurdistanê (CDK) ya li Ewropayê ragihand ku siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin 50 roj in di girtîgehek Swîsreyê de, di greva birçîbûnê dde ye û bang li gelê Kurd û raya giştî kir ku bikevin hewldanan.

CDK’ê di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ji bo protestokirina bêhuqûqiya li hemberî xwe û ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û niha di roja 47’emîn de ye, di greva birçîbûnê de ye û grev gihiştiye asteke krîtîk.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber greva birçîbûnê Aydin ji Girtîgeha Zurîhê birine nexweşxaneyê û pirsgirêka wî ya nebz û tansiyonê heye.

CDK’ê ragihand ku siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin 50 roj in di girtîgehek Swîsreyê de, di greva birçîbûnê dye û bang li gelê Kurd û raya giştî kir ku bikevin hewldanan.