Li Mêrsînê, gava polîsan nasnameya kontrol dikirin, du zarokan jî nasname ji polîsan pirsîn. Bi hinceta “Wezîfeya polîsên peywirdar asteng kirine, bi daxwaza ji her yek ji wan re 5 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn doz hate vekirin.
Li taxa Çay a navçeya Akdenîza Mêrsînê, zarokên Kurd S.C. yê 17 salî û S.E. yê 16 salî êvara 17’ê îlonê gava li rawestgehê li benda otobusê bûn, li rastî kontrola polîsan hatin. Polîsên ku kincên sivîlan li xwe kiribûn ji zarokan nasname pirsîn. Zarokan jî gotin ‘em dixwazin nasnameya we ya polîsiyê bibînin’. Ji ber vê gotinê bi hinceta “Wezîfeya polîsên peywirdar asteng kirine, her du zarok hatin binçavkirin û ew birin qereqolê. Bi daxwaza ji her yek ji wan re 5 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn doz hate vekirin.
Rûniştina doza derbarê zarokan de dê 5’ê mijdarê li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê pêk bê.