Endama ÎHD’ê Cansû Yûmûşak da xuyakirin ku, wek li her derê cîhanê, li Tirkiyê û Kurdistanê herî zêde zarok ji polîtîkayên şer bandor dibin û destnîşan kir ku şer travmayên giran li zarokan diafirîne.
Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cansû Yûmûşak ji ANF’ê re axivî. Cansû bal kişand ser dijwariya pîrozkirina cejn û cejneke rastî ya zarokan di şert û mercên îroyîn de û got: “Bêguman şer hem li Tirkiyeyê hem jî li gelemperiya cîhanê bandorê li zarokan dike. Polîtîkayên şîddetê li kîjan welatî hebe li wir zarok dikevin bin rîska her cure şîdet û berpirsyarê van şeran desthilatdariyê. Pêşveçûna giyanî ya van zarokan gelek sedeman weke hemû nediyariyên ji aliyê hewîrdora pevçûnan de, windahiyên hatine dîtin, bêparbûna ji perwerdeyê, rawestandina jiyan û pêşketina civakî û heta ku dibin mijara şîdetê, zirarê dibîne. Her wiha di pêşketina fizîkî ya zarokan de jî faktorên wekî birçîbûn, zehmetiyên di gihandina dermankirinê de ji ber şert û mercên şer, zarok bi van zehmetiyên bedenî neçar dimînin mezin bibin.”
ŞERT Û MERCÊ ŞER JIYANÊ TINE DIKE
Yûmûşak da zanîn ku ji ber polîtîkayên şer, hawîrdora pevçûnan, cihêbûn û dijminatiyên ku ji ber polarîzasyonên tûj pêk tên, zarok ji hawîrdoreke aştî û aramiyê ku dikare bi awayekî tendurist piştgirî bide pêşketina wan bêpar mane û got, “Ev rewş ji bo zarokên gelê Kurd jî wisa ye. Şert û mercên şer ji bo mezinan jî têra xwe trawmatîk in, lê ji bo zarokan hema hema wêranker in."
JI BO ZAROKÊN PENABERAN TABLOYEK TIRSNAK
Yûmûşak diyar kir ku Komeleya Mafê Mirovan li ser rewşa zarokên penaber xebatên xwe dimeşîne û raporên ku wan weşandine bi bîr xist û wiha dewam kir: “Em hewl didin ku heta ku dibe bila bibe daneyên bingehîn ên li ser vê mijarê kom bikin û piştgiriyê bidin serlêdanên xwe. Daneyên herî bingehîn ên ku ev rapor nîşanî me didin ev e: Zarokên penaber tenê bi xizaniya xwe nayên ceribandin. Ji bo wan bi travmayên rêyên koçberiyê yên ku dikevin ber çavan û travmayên şer têr nake. Di heman demê de ew travmaya ku malbatên wan li welat rastî cudakariyê tên û ji paşerojê bêpar dimînin û neçar in bi vî awayî bijîn. Her wiha ji ber xizaniya giran, 'tevkariyê' û heta nebûna pêdiviyên dibistanê jî ji mafê perwerdehiyê bêpar in. Gelek malbatên ji Tirkiyeyê nahêlin zarokên xwe bi zarokên penaber re bicivin.”
LI KURDISTANÊ DAGIRKIRINA QADÊN SIVÎL
Yûmûşak, bal kişand ser qetlîamên li ser zarokan ên li Kurdistanê yên di encama şerê ku dewletê dimeşîne û got ku berpirsyar nehatine cezakirin û hatin teşwîqkirin.Yûmûşak wiha dewam kir: “Pêşveçûna derûnî û bedenî ya zarokan, helbet di hawîrdoreke saxlem, aram û aştiyane de mezinbûn li gorî di jîngeheke nakokî û aloz de bijî cuda ye. Lê belê, ketina wesayîtên zirxî di jiyana civakî ya zarokan, qadên jiyanê û qadên sivîlan de û rastiya ku zarok bi wesayîtên zirxî yên fermî bên kuştin, çi li kolanan dilîzin, çi di nav nivînên xwe de radizin, asteke cuda ye. Berî her tiştî, divê navê wê bête kirin. Ev êrîşeke vekirî ya li ser qada sivîl e. Ev cînayetên zarokan û birînên ku bi bêcezakirin û cezayên ehmeqî bi hêsanî ji holê radibin, polîtîkayên bêcezakirinê jî dikin; Teşwîqê sûcdaran dike, hejmara van dagirkirina bêberpirsiyarî zêde dike û tedbîrên ku divê bên girtin dereng dixe.”
LI SER KOMKUJIYÊ TÊ GIRTIN
Yûmûşak bi bîr xist ku ji sala 2008'an heta destpêka sala 2022'an 49 cenazeyên zarokan bi wesayîtên zirxî birîndar bûne û ji van zarokan 25'ê wan ji ber van birînan jiyana xwe ji dest dane. Yûmûşak da zanîn ku ev hejmar tenê tên zanîn û wiha got: “Gelek cînayetên zarokan tên nixumandin, malbat bi gefên curbecur tên bêdengkirin û berpirsyar jî bêceza dimînin. Pêvajoya lêpirsîna Muharrem Aksem ê 16 salî ku di dawiya meha Adarê de li qada ku polîsan hedef digirt li Rihayê kuştî hat dîtin, ji aliyê ÎHD'ê ve ji nêz ve tê şopandin. Ji ber ku cihê gulebaranê lê hatiye dîtin heta niha jî weke cihê sûc nehatiye lêkolînkirin, nîşana destpêkirina rêyeke reşkirina delîlan û bêcezakirina berpirsyaran e, lê em ê hewl bidin ku destpêka vê rêyê weke her tim û em ê ji nêz ve şopdarên pêvajoyê bin. Berpirsiyarê zarokên ku ji ber vê wesayîta zirxî/destwerdana leşkerî/destwerdana polîsan ku em gelek caran di nav mirinên zarokan ên ku dikarin pêşî lê bên girtin de tên kuştin dewlet bi xwe berpirsiyar e. Ji van wesayit û saziyan tu luksa bêberpirsiyariyê tune ye, nemaze li herêmên ku zarok lê dijîn, ango li herêmên sivîlan. Ev 'qeza' û 'îhmalkarî' dibin sedema kuştinên ku nayên qebûlkirin."