Ji bo rojnamegerê girtî Ûgûr serî li DMME’ê hate xistin
Dema li Wanê leşkerên Tirk du kes ji helîkopterê avêtibûn, rojnameger Cemîl Ûgûr ev êşkence kiribû nûçe. Ji ber ku Ûgûr bi neheqî hate girtin, serî li DMME'yê hate xistin.
Dema li Wanê leşkerên Tirk du kes ji helîkopterê avêtibûn, rojnameger Cemîl Ûgûr ev êşkence kiribû nûçe. Ji ber ku Ûgûr bi neheqî hate girtin, serî li DMME'yê hate xistin.
Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Çapemeniyê (MLSA) girtina nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Cemîl Ûgûr ragihand ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re. Li navçeya Şaxê ya Wanê Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî ku ev êşkence bûbû nûçe di 9’ê Cotmeha 2020’an de Cemîl Ûgûr tevî rojnameger Adnan Bîlen, Şehrîban Abî û Nazan Sala hatibû girtin.
Parêzerên Ûgûr di serlêdana DMME’yê de diyar kirin ku Dadgeha Makeqanûnê li ser giliya wan a ku azadiya îfadeya Ûgûr hatiye binpêkirin nesekiniye û bal kişandin ser vî tiştî ku mexdûriyeta Ûgûr didome.
Di serlêdanê de hate diyarkirin Ûgûr bi nûçeya xwe ya ‘Piştî hatin destgîrkirin 2 roj şûnde li nexweşxaneyê derketin’ a di 13’ê Îlona 2020’an de, bûye yekemîn nûçegîhanê ku ev êşkence ragihandiye û ji ber ku bi nûçeyên xwe rayedarên desthilatdariyê aciz kirine, tevî hevalên xwe yên rojnameger bûye hedef.