Ji bo Roboskiyê protestoya bêdeng ya 34 deqîqeyan

Ji bo Roboskiyê protestoya bêdeng ya 34 deqîqeyan

Endamên ji bo makezagona nû hewldana aştiyê tevî 150 roj ji ser komkujiya Roboskiyê derbas bûye jî aşkeranekirina kujeran şermezar kirin. Endamên hewldanê li ser navê 34 kesan 34 name amade kirin û 34 deqîqeyan çalakiya bêdeng lidar xistin.

Endamên ji bo makezagona nû hewldana aştiyê ji bo neronîkirina komkujiya Roboskiyê şermezar bikin li cadeya şehîdên Kibrisê bi nameyên ji bo 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane çalakiyeke bêdeng lidar xistin. Çalakvanan li ser navê 34 kesan 34 name amade kirin û 34 deqîqeyan çalakiyeke bêdeng pêk anîn. Çalakvanan 34 name belavî welatiyan kirin. Di çalakiya ku endamên hewldanê tevlî bûyîn de pankarta li ser; "Li Qilabanê 34 can êdî tune ne. 150 roj jî ser re derbas bû, berpirs li kû derê ne" nivîsandî hat vekirin. Endamên hewldanê diyar kirin ku ji Qilabanê name heye û 34 nameyên ku li ser navê 34 kesan amade kirine li kesên ku ji cadeyê derbas dibûn belav kirin.