Ji bo Qirkirina Dêrsimê 23’ê mijdarê serlêdan tê kirin

Ji bo Qirkirina Dêrsimê 23’ê mijdarê serlêdan tê kirin

Komeleyên Dêrsimê ku ev demeke ji bo berpirsên Qirkirina Dêrsimê û qirkirina çandî ya ku didome bên darizandin xebatan dimeşîne, di 23’ê mijdarê de dê serî li Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DCN) bidin.

Di nava nûnerên ku tên xwestin bên darizandin Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî heye.

Komîteya li Dîjî Qirkirina Dêrsimê ya 37-38’an û Cemiyeta Em Dêrsimê ji Nû ve Ava bikin ku ev demeke xebatan dimeşîne, di xebatên xwe de hatin asteke nû. Dêrsimî dê di 23’ê mijdarê de serî li Dadgeha Cezaya Navneteweyî bidin.

Der barê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn û hate destnîşankirin ku hikûmet ji bo ku di sûcên li dijî mirovahiyê de neyên darizandin ev 10 salên dawî ye rayeya darazê ya Dadgeha Cezaya Navnetewî nasnake û wiha got: “Lê sûcên li dijî mirovahiyê wisa hêzan nabe qurbana şertên wan û bi qasî ku nabe statukperest zindî û dînamîk e. Em jî bi vê hişmendî û israrê ji bo ku berpirsên hikûmet yên ku hêj van sûcan dikin bên darizandin serî Dadgeha Cezaya Navneteweyî didin.

DÊ SERÎ LI KOMÎTEYA MAFÊ MIROVAN JÎ BIDIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû agahiyên der barê Qirkirina Dêrsimê de ji bo Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê jî bên pêşkêşkirin.

Komîteya Dijî Qirkirina Dêrsimê 37-38’an û Cemiyeta Ji Nû ve Avakirina Dêrsimê, lêborîna ku Erdogan 23’ê mijdarê xwestibû bi bîr xist û hate gotin ku ligel ku di ser de salek derbas bû hikûmetê ne êşa berê derman kir û ne jî polîtîkayên xwe yên k udi vî alî de bi dawî kirin.

DIVÊ SEROKWEZÎR ERDOGAN BÊ DARIZANDIN

Rêxistinên Dêrsimê da zanîn ku 23’yê mijdarê de dê serî li Dozgeriya Dadgeha Cezaya Navnetewî ya Lahey bidin û wiha got: “Em wekê mexudurên van sûcên ku pêk hatine û hêj didomin , dixwazin kesên dewletê temsîl dikin û li dijî mirovahiyê sûc dikin bila bên darizandin. Rayedarên di hikûmetên berê de cih girtine û ligel vê serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan, Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Perwerdeyê Omer Dînçer û hemû kesên di van polîtîkayan de israr dikin divê demildest bên darizandin.”