Ji bo Parlemtoya Norwecî li ser naskirina qirkirina Enfalê ya ku rejîma BAAS li hemberî Kurdan pêk anî û di encamê de zêdetirê 200 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan jî weke qirkirinê qebûl bike, pênûmeyek hate pêşkêşkirin.
Piştî Swêdê, naskirina qirkirina Enfalê li Başûrê Kurdistanê di salên 1980’yan de li hemberî Kurdan pêk hat, di rojeva Parlementoya Norwecê de ye.
Di navbera 23’yê sibat û 6’ê Îlona 1988’ê de di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û piraniya vana di kampan de hatin bicihkirin.
Endamê Partiya Sosoyalistên Çepgir (SV) Akhtar Chaudhry ku eslê xwe Pakistanî ye, demek berê niha bi heyetekî re çûbû Başurê Kurdistanê û li vir lêkolîn kiribûn û bi Hukûmeta Herêma Kurdistan re hevdîtin pêk anîbun.
Akhtar Chaudhry pêşnûmeyek pêşkêşê Parlementoya Norwecê kir û roja çarşemê pirsên xwe ji Wezîrê Derve EspenBarth Eide kirin û xwest ku Enfal weke qirkirinê qebûl bikin û di raya giştî navnetewî de jî li ser mijara kurdan bisekinin.
JI PARLEMENTERÊN PARTIYÊN DIN PIŞTGIRÎ
Parlementerên partiyên din jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku mijara gelê kurd pirsgirêkeke herî sereke ya Rojhilata Navîn e û dive di hevdîtin û danustandinên xwe yên bi wan hukûmetan re bînin ziman.
Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Parlementerên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin pêşnûmeyek li ser qirkirina Enfalê pêşkêşê Parlementoya Swêdê kirin û xwestin ku Swêdê qirkirina Kurdan bi fermî binase.