Ji bo Kobanê û Dayikên Şemiyê li Melbourn çalakî
Ji bo Kobanê û Dayikên Şemiyê li Melbourn çalakî
Ji bo Kobanê û Dayikên Şemiyê li Melbourn çalakî

Li bajarê Melbourne yê Awûstralya bi armanca piştevaniya bi Kobanê re bi organîzasyona sazî û dezgehên demokratîk meşek hat lidarxistin. Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn bi mîtînga li Qada Federasyonê bi dawî bû. Girse paşê heta Pirtûkxaneya Eyaletê meşiya.
Di mîtîngê de li gel rêveberên NAV-KURD nûnerên Partiya Yekgirtî ya Sosyalîst û saziyên demokratîk axivîn.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku berxwedêrên Kurd li Kobanê li hember hovên DAIŞ li gor derfetên xwe berxwedaneke serketî pêş dixin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku alîkariyên bi rêya hewayê yên ji şervanên YPG û YPJ’ê re têr nakin û divê korîdoreke alîkariyê bê vekirin.
Di meş û mîtîngê de dirûşmên, “YPG, YPJ her roj, li her cihî, em ê her tim piştgiriyê bidin”, “Bijî Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Bêdengiya we li Kobanê dibe sedema komkujiyê”, “Bêdengiya we hêz dide DAIŞ” hatin gotin.
Piştî mîtîngê, girse beşdarî xwepêşandana piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê li ber Pirtûkxaneya Eyaletê bû.