Ji bo Kavala cezayê muebbeta giran hat dayîn
Dadgeriya Tirk cezayê muebbeta giran li Osman Kavala birî. Dadgehê ji bo kesên din jî 18 sal cezayê girtîgehê da û xwest ku werin girtin.
Dadgeriya Tirk cezayê muebbeta giran li Osman Kavala birî. Dadgehê ji bo kesên din jî 18 sal cezayê girtîgehê da û xwest ku werin girtin.
Rûniştina duyemîn a danişîna biryarê ya Doza Geziyê ku karmend Osman Kavala û 16 parastvanên mafên mirovan bi sedema protestoyên Parka Geziyê tê de dihatin darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Ji ber hejmara zêde ya parêzer û şopdaran, danişîn li eywana 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran hate dîtin. Kavala, li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mucella Yapici, Can Atalay, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden, Tayfun Kahraman ên di dozê de tên darizandin û parêzeran wan jî di danişînê de amade bûn.
Di danişînê de parêzerê Kavala, Koksal Bayraktar got ku dadgerekê ku têkiliya wî bi rêberê siyasî re heye hewceye nekare biryarê bide xwest ku Bîrcan xwe ji dozê vekişîne û heke ev yek neyê kirin jî dê şandeya dadgehê red bikin.
Li ser vê yekê şandeya dadgehê biryara xwe da û bi hinceta ku vekişîna dadger û daxwazên redkirinê dê dozê dirêj bike, daxwaza parêzer Bayraktar red kir.
Bayraktar da zanîn ku heta niha 20 dadgerên vê dozê hatine guherandin û doz, dozeke siyasî ye. Parêzer Tolga Aytore jî diyar kir ku ji bilî delîlên di dosyayê de, tu delîleke din tune ye û dadgeh jî hewl dide wan delîlan bi kar bîne. Aytore got ku delîlên heyî jî ji axaftinên telefonê pêk tên û ji hêla emniyetê ve hatine nirxandin. Aytore, bertek nîşan da û got: “Wê demê bila walîtî were vê darizandinê bike. Heta niha jî yek pirs ji Kavala nehatiye kirin.”
Di danişînê de gotina dawî ji Çîgdem Mater hate pirsîn û wê jî wiha got: “Navê me bi darbekariyê re hate bîranîn. Ez vê yekê red dikim. Li şûna ku hikûmet li pey ciwanên ku li her çar aliyên Tirkiyeyê tên qetilkirin bikeve, hatiye li pey me ketiye. Ez hemû îdiayên derheqê min de têne kirin red dikim û daxwaza beraeta xwe dikim.” Mîne Ozerden û Can Atalay jî bertek nîşan dan û gotin ku heke xwedîderketina li berxwedana Geziyê pirsgirêk be, wê demê ew xwedî lê derdikevin û dê têkoşîna xwe bidomînin.
Di danişînê de gotinên dawî yên Kavala jî hate pirsîn û Kavala li ser vê yekê ev tişt anî ziman: “DMME’yê derheqê min de biryara binpêkirinê da. Piştî vê biryarê, tu delîlên ku ne delîl in û pê têm sûcdarkirin rast nînin û daxwaza muebbeta giran a li ser van, hiqûqî nîne. Mîna sûcên di îdianameya duyemîn de, bi destê darazê dîsa çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin.”
Piştî axaftina Kavala jî dadgehê ji bo biryarê navberek da. Piştre jî dadgehê biryara xwe aşkera kir. Şandeyê cezayê muebbeta giran da Kavala û 18 sal cezayê girtîgehê li Çîgdem Mater, Can Atalay, Mucella Yapici, Mîne Ozerden û Tayfun Kahraman birî û xwest ku werin girtin. Piştî biryara dagehê jî kesên beşdarî dagehê bûyîn dirûşm berz kirin.
Kesên ku derheqê wan de biryara girtinê hatiye dayîn ji hêla polîsan ve hatin destgîkirin.