Ji bo Igor Urrutikoetxea peyama sersaxiyê

Ji bo Igor Urrutikoetxea peyama sersaxiyê

Li dû wefata yek ji dostên gelê Kurd sendîkavanê Baskî Igor Urrutikoetxea Însiyatîfa Navneteweyî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî - Ji Kurdistanê Aştî peyamek weşand û ji malbata Urrutikoetxea û gelê Baskê re sersaxî xwest.

Li dû wefata Urrutikoetxea, ku di meha derbasbûyî de li Brezîlyayê di encama qezayekê de giran birîndar û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, Însiyatîfê daxuyaniyek weşand û got, "Îro em ji ber windahiya ji nişka ya Urrutikoetxea gelekî xemgîn in. Ji ber ku ew ne tenê yek ji endamên Sekreterya Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya Baskê LAB û pêşengên Federasyona Sendîkayên Cîhanê û Saziyên Rêveberiya Neteweyî bû, ew di heman demê de mirovekî bi coş û têkoşer bû ku dixwest cîhanê bike cihekî xweştir.

Igor Urrutikoetxea yek ji wan kesên mora xwe avêtibû kampanya îmzeyan a "Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû Girtiyên Siyasî re" bû. Enternasyonalîstekî ku demeke dirêj ji bo çareseriya aştiya ya pirsgirêka Kurd demeke dirêj destek dida. Û desteka wî ya demdirêj a ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dê neyê jibîrkirin.

Em ji malbata wî, gelê Baskê, LAB û hevalên wî yên li gelemperiya cîhanê re sersaxiyê dixwazin."